ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê: Erebistanê ti vexwendinek ji bo şandina heciyan ji me re neşandiye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê der barê hin nûçeyên der heqê neşandina heciyên Îranê bo hec di sala bê de got: Me hîn ti vexwendinek ji aliyê Erebistanê ve wernegirtiye.

Wezareta Karên Derve, Behram Qasimî gotegotên der heqê neşandina heciyan di sala bê de nebaş da zanîn û derewadin.

Qasimî got: Çawa ku hate gotin, Komara Îslamî ya Îranê heta niha ti vexwendinek ji bo hec ji aliyê Erebistanê ve wernegirtiye.

Wî her wiha got: Piştî wergirtina vexwendinnameyê eger şert û mercên pêwîst hebin, mijara şandina heciyan wê ji aliyê saziyên pêwendîdar ve bê nirxandin û biryar bê dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu