ÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Îranê êrişa destdirêjkirên siûdî ser otubûsa hilgirê zarokên yemenî şermezar kir

Behram Qasimî, berdevkê Wezareta karên derve ya  Îranê xwe şirîkê xema  malbatên  goriyên  vê cinayeta cengî da zanîn û ji civakên  navneteweyî û mafên mirovan xwest ku bila bi her awayî pêşiya  dewama  cinayeta  destdirêjkiran  ser Yemenê bigrin.

Qasimî destnîşan kir: Giranbûna bombebarana  navçên  meskûnî û  meqerên  ne-eskerî nîşana işkestên  berdewam  ên hêzên  hevalbendiyê li bereyeên cengê ye.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, mixabiniya xwe li bara  dewama  piştgiriya çek û sîlehî ya hin welatên  dawakarê mafên mirovan ji Erebistan û Îmaratê da xûyanê û got: Ew şirîkê van cinayetên cengî bûne û divê bersivê bidin.

Qasimî ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û welatên bi bandor xwest ku bila hewldanên xwe ji bo rawestandina  destxwe ya êrişên  destdirêjkiran zêde bikin û tivdîr û  kiryarên pêdivî ji bo parastina  tendrustî û ewlehiya xelkê sivîl bi taybet jin û zarokan bi kar bînin.

Çavkaniyên  pizîşkiyê yên Yemenê, roja pêncşemiyê raghandin ku li encama  êrişa  balefirên  cengê yên  estdirêjkirên siûdî ser bajarê Zehyanê ku ûtbûsa hilgirê zarokên yemenî jî ket ber êrişê, herîkêm 39 welatiyên sivîl hatin kuştin û 51 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan zarok in.

Başa dön tuşu