ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê êrişên têrorîstî li Erebistanê şermezar kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişên têrorîstî yên şeva buhurî li deverên curbicur ên Erebistanê ji wan opêrasyona têrorîstî ya nêzîkî Mizgevta Nebî û devera Qetîfê şermezar kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê vê sibê, tevî ku xwe şirîkê derd û xema malbatên gorîyên van êrişana zanî, got: Çawan ku bi caran ji alîyê Komara Islamî ya Îranê va hatîye ragihandinê, têrorîsm bi her şiklî û li her dera cehanê bi giranî mehkûm e û divê hemî welatên cehanê bi awayekî cidî li hemberî çavkanî, heger û sebebkarên wê bisekinin.

2 kesên xwekuj şeva buhurî xwe nêzîkî tirba resûlê ekrem (S) û mizgevtekê li bajarê Qetîfê li rojhilata Erebistanê teqandin.

Di encama van teqînan da heta niha 6 kes ji wan 4 hêzên ewlehîyê hatine kuştinê û çend kes jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu