CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê fermandariya navendî yê artêşa Amerîkayê xist lîsteya terorê

Parlamentoya Îranê bi piraniya deng ve fermandariya navendî yê artêşa Amerîkayê xist lîsteya terorê.

Îro 23.04.2019ê wek bertek nîşandana Amerîkayê ya sipaha pasdaran xist lîsteya terorê, bi dengê 181 parlamenteran ve biryar li dijî fermandariya navendî ya sipaha Amerîkayê xist lîsteya terorê.

Li gor nûçeya ajansa Fars a fermî ya Îranê, naveroka biryarê pêktê ji, pêbend kirina saziya dadweriya Îranê ya ji bo dîtina rêyên yasayî bo terorîst nasandina fermandariya navendî ya Artêşa Amerîkayê di heyama sê mehan de, ku bibe yasayek û bi wî awayî fermandariya Amerîka û hemû ew hêzên di bin fermandariya wê de ne, wek rêxistina terorîst bê nasandin.

Başa dön tuşu