ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê giliyê Erebîsyana Siûdî kir

Îranê nameyek ji Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re şand û bertek nîşanî peyvên Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman da.

Rêvebiriya Îranê nameyek ji Sekreteriya Giştî ya KENYê re şand û di nameyê de aciziya xwe nîşanî peyvên Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman da.

Name di malpera fermî ya Wezareta Derve ya Îranê de hat weşandin û di heman demê de Îranê name ji Sekreteriya Giştî ya KENYê re şand û ji bo peyvên Wezîrê Parastin ê Erebîstana Siûdî Muhammed Bin Selman yên dijî Îranê giliyê wî kir.

Li gorî nameyê Muhammed Bin Selman gotiye ‘berî ku şer têkeve nav axa Erebîstana Siûdî em ê hewl bidin ku di nav Îranê de pêk were.’ Û li gorî rêvebiriya Îranê ev peyvên Selman rasterast tehdîd e.

Hefteya borî li sînorê Pakistanê 9 leşkerên artêşa Îranê hatibûn kuştin û li gorî îdîaya Îranê sebeb û berpirsyarê kuştina van leşkeran jî dîsa Erebîstana Siûdî ye. Îranê di nameya ku ji KENYê re şand de mijara kuştina 9 leşkerên sînorê Pakistanê jî nivîsand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu