ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Xwenîşandana xelkê Yemenê bona nerizamendiya li hember cinayetên Amerîka û Erebistanê

Xelkê Yemenê bona nîşandayîna nerizamendiya li hember cinayetên Amerîka û Erebistana Siûdî û bandorên neyênî yên wan li ser abora Yemenê, li Senaya paytexta Yemenê xwenîşandan li da r xistin.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya El Mesîrê, beşdarên li vê xwenîşandanê ku ser navê “Amerîka û Erebistan, sebebkarên bihabûn û zêdebûna bihaya Dolarê ne“ hate lidarxistin, dijî Amerîka, Erebistana Siûdî û Rejîma Siyonîst dirûşm qêriyan.

Erebista Siûdî bi piştgîriya Amerîk, Imarat û çend welatên din ji Adara sala 2015`an ve êrişî Yemenê kirine û ev welata ji hêla bejahî, deryayî û hewayî ve dorpêç kirine. Şerxweziyên Erebistanê û hevgirtiyên wê li Yemenê heya niha bûne sedema mirina zêde ji 14 hezar yemeniyan, birîndarbûna bi dehan hezar kesî û awarebûna bi mîlyonan welatiyên yemenî.

Êrişa leşkerî ya Erebistanê herwiha welatê hejar ê Yemenê rastî kêmbûna zav a madeyên xwerinê û dermanan aniye.

Başa dön tuşu