CîhanEwropaNûçe

Îranê ji ber jordaketina balafira rêwîhilgir û candayîna hejmareke welatîyên Kûbayî sersaxî da gel û dewleta vî welatî

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve îro ji ber jordaketina balafira rêwîhilgir û candayîna hejmareke welatîyên kûbayî sersaxî da gel û dewleta vî welatî û xwe şirîkê malbatên gorîyên vê bûyerê zanî.

Balafireke rêwîhilgir a modêla Boeing-737 a Şîrketa Geştên Esmanî ya Kûbayê duh bi 114 rêwî û kadroyan ji balafirgeha navnetewî ya Xozê Martî va rabû û ber bi şarê Holgoyînê li rojhilata Kûbayê va bi rê ket ku demekê piştî rabû semîn, li derdora Hawanê jorda ket.

Rayedarên kûbayî piştrast kirin ku tenê 3 kes ji 114 kesên di balafirê de sax filitîne lê rewşa wan jî xedar e.

Başa dön tuşu