ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê kuştina sefîrê Rûsîyê li Tirkîyê bi tundî şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê têrora sefîrê Rûsîyê li Tirkîyê bi tundî şermezar kir.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya wezareta karên derve ya Îranê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve xwe şirîkê xema dewlet û gelê Rûsîyê û malbata sefîrê vî welqatî li Enqerê zanî û tevî hovanezanîna vê êrişê got: Ev cinayeta nîşan dide ku têrorîstên ser bi alîyên tundrê û tekfîrî girêdayîyê tu yek ji pîvan, qirar û mafên navnetewî nînin û bi armanca birêxistina nakokîyê di navbera welatan da û bêewleh û bêistiqrarkirina zêdetir a deverê, van karên hovane dikin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê “tifaq û hevgirtina hemî milet û dewletên cehanê“ jibo têkoşîna berdeam û bêyî parvekirina têrorîsmê ser têrorîsma baş û xirab û bêyî bikaranîna istandardên durû li dijî têrorîsm û fanatîsmê, tenha rêya dermankriina dîyardeya şûm  an vê serdemê ango têrorîsmê zanî û ragihand ku Komara Islamî ya Îranê heta kokbirrkirina tam a vê dîyardeya şûm, yê li rex dewlet û gelên navçe û cehanê bisekine.

Andêrê Marlof sefîrê Rûsîyê li Enqerê duh dema serdana nîşangeha wêneyan ket ber êrişa kesekî û ji ber giranîya birînan li nexweşxaneke Enqerê canê xwe ji dest da.

Bilî sefîrê Rûsîyê li Enqerê, sê kesên din jî di encama vê êrişê da birîndar bûn.

Bi dû vê têrorê, Viladimîr Pûtîn serokomarê Ûrsêtê ligel Sêrgêyî Lavrof wezîrê karên derve û berpirsên dezgehên ewlehîya vî welatî civîya.

Li gorî vîdoyên ku ji dema êrişê hatine belavkirinê, kesê êrişker dema êrişê bi dengekî bilind qîrîyaye ku em ê tola helebê bistînin.

Tê gotin kesê êrişker ku pollîsek bûye, di encama pevçûnê da hatîye kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu