FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê qanûna nijadperestane ya parlemana Rejîma Siyonîstî şermezar kir

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê îniyê şevê pejirandina pêşnumaya nijadperestane ya “welatê cihû“ li paremana Rejîma Siyonîstî şermezar kir û got: Apartayd li Filistîna dagirbûyî dê bi viyan û berxwedana gelê Filistînê bê jinavbirin.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Behram Qasimî, destnîşan kir ku Rejîma  narewa û nijadperest a siyonîstî li gor dagirkirina  Filistînê û tevkujiya xwediyê sereke yên  vî welatî pêk hatiye û kiryara vê dawiyê ya  parlemana  vê rejîmê, mahiyet û nihêrîna  nijadperestane ya vê rejîmê li 70 salên  buhurî piştrast kir.

Qasimî her wiha diyar kir: Piştgiriya giştalî ya Emerîkayê ji Rejîma siyonîstî û kiryara  dewleta Trump ya guhestina  balyozxana  vî welatî bo Qudsê û hewldana  hin welatên erebî li normalkirina  peywendiyan tev talankirên  erdê  Filistînê û mehkemenekirina vê rejîmê ji ber binpêkirina  qanûn û qayîde û qirarên  navneteweyî û kuştina  rojane ya  xelkê mezlûm ê filistînê, bûye sedema  rûçirî serhişkiya wan ji bo dewama  siyaseta cihûkirina  Filistînê û paqijkirina  wê ya qewmî ku bê guman dê bibe sedema  nearamî û zêdebûna bêewlehiya  zêdetir li navçeyê.

Bedevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  serdema  apartyadê dawî bûye û destnîşan kir: Nijadperestî li Filistîna dagirbûyî jî dê bi viyan û berxwedana  gelê Filistînê û gelên  misilman û azadîxwaz ên cîhanê ji holê rebe.

Parlemana  Rejîma  Siyonîstî roja pêcşemiyê tevî dijberiyên  berfireh ên  pêşnumaya  nijadperestane yê welatê cihû, pejirand.

Qanûna  nijadperestane ya welatê cihû, Filistînê, erdê siyonîstan dizane û filsitîniyan ji hemî mafên welatîbûnê bêpar dike.

Başa dön tuşu