ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

İranê serjêkirina 37 kesan li Erebistanê rexne kir

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî serjêkirina 37 kesan li Erebistanê, ji bêdengiya Amerîkayê li hemberî cinayetên Siûdiyan rexne kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf êvara Sêşemiyê li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: Piştî girtina çavê xw eli ser tîketîkekirina rojnamevanekî, Erebistanê 37 kes di rojekê da darve kirin û tu dengek ji dewleta Trump nayê bihîstin.

Zerîf her wiha got: Endamtiya li tîma Bolton, Bin Selman, Bin Zayid û Bênyamîn Nêtanyahû her cinayetekê rewa dide zanîn.

Başa dön tuşu