NûçeRojhilatanavin

Hikma îdamê ya ji bo Babek Zencanî li dadgeha seretayî

Berdevkê saziya dadweriyê ya Îranê got: Hikma îdama Babek Zencanî û du tawanbarên din ên dosya ser navê gendeliya niftê hate dayîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Xulamhisên Muhsênî Êjêyî, berdevkê saziya dadweriya Îranê, roja yekşemiyê li civîna çapemeniyê li Têhranê, her wiha got: Hikma îdama Babek Zencanî û du tawanbarên din ên dosya ser navê gendeliya niftê hate dayîn.

Muhsênî Êjîyî destnîşan kir: Dadwerê dadgeha seretayî, Babek Zencanî, tawanbarê sereke yê dosya niftî, Mifsidê Fî-ul-Erz zaniye.

Berdervkê saziya dadweriya Komara Îslamiya Îranê, got: Dadwerê dosyê, ji tevî hikmê îdamê, tawanbar mehkûmî wegerandina pereyên gilîdarê (Kompaniya Neteweyî ya Nifta Îranê) û cezaya dayîna dirêv bi qasî ji çara yekê diravê ku bi riya nedurust bi dest xistiye (rewanîşandana diravên ku ji riyên nerewa û neqanûnî hatine bidestxistin), kirine. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu