ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê rêyên berfirekirina derîyên sînorî hilkolandin

Serkunsolê Komara Islamî ya Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê û rayedarên vê Herêmê rêyên berfirekirina derîyên sînorî yên di navbera her du alîyan de hilkolandin.

Serkunsolê Komara Islamî ya Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê Mirteza Ibadî di hevdîtina digel Hîva Qerenîaxa Qayimeqamê Raperînê ser bi Ranîyê li Parêzgeha Silêmanîyê xurtkirina peywendîyan girîng zanî û got ku rizamendîya Bexdayê jibo fermîkirina derîyê sînorî yê Kêlê girîng e.

Wî bibîr xist ku nêrîna Îranê jibo dabînkirina binesazîyên pêwîst jibo derîyê sînorî yê fermî erênî zanî û bicihbûna personelên kontrolkirinê yên Herêma Kurdistana Iraqê li sînorê Kêlê pişkek ji amadekarîyên bifermîkirina vî derîyê sînorî ragihand.

Hîva Qerenîaxa Qayimeqamê Raperînê jî di vê hevdîtinê da amajeyî pêwîstîya berfirekirina zêdetir a peywendîyên her du alîyan kir û xwest ku peywendîyên aborî werin berfirekirinê û Îran piştgirîyê bide fermîkirina derîyê sînorî yê Kêlê li Serdeştê.

Di wê hevdîtinê da herwiha biryar hat dayînê ku Qayimeqamê Raperînê jibo bicihbûna dayrên kontrolkirinê yên Herêma Kurdistana Iraqê li sînorê Kêlê hewil bide.

Serkunsolê Komara Islamî ya Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê Mirteza Ibadî herwiha seredana Qeladizê kir û di hevdîtina digel Qayimeqamê Pişderê Ebûbekir Bayîz hevkarîya li sînoran û berfirekirina peywendîyên ticarî jibo geşkirina şarên sînorî girîng zanî û xwest ku kêmasî ji wan derbaskirina dereng a kelûpelan bên jiholêrakirinê.

Qayimeqamê Pişderê jî ji ber seredana desteya îranî bo vî şarî kêfxweşîya xwe nîşan da û kûrkirina peywendîyên di navbera her du alîyan û hêsankirina ticareta sînorî pêwîst zanî.

Başa dön tuşu