ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê û Rûsiyê 14 belgeyên hevkariyê îmza kirin

Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê îro sêşemê bi fermî li kûşka Kirimlînê ji aliyê Veladimîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyayê va hate pêşwazîkirin.

Piştî gotûbêjên Rûhanî û Pûtîn û bi hizûra wan 14 belgeyên hevkariyê li babetên veguhestina mehkûman, betalkirina vîzaya navbera du welatan li warî komkî ya geştyaran, tecareta êlêktirîkê, werziş, avahîçêkirin û xizmetguzariyên giştî ji aliyê karbidest û wezaretxaneyên peywendîdar yên du welatan va hatin îmzakirin.

Têgihêştinnama navbera Navenda Netewî ya Piştrastkirina Hêjatiyê ya Îranê û Sêrvîsa Federal a Piştrastkirina Hêjatiyê ya Rûsiyayê, hevkariyên li warê IT`yê, hevkariyên li ser riya hesin a Îran û Rûsiyayê, hevkariya Saziya Ênêrjiya Atomî ya Îranê û Kompaniya Dewletî Atomî ya ya Rûsiyayê anku Rus Atom`ê, hevkariya navbera Kompaniya Netewî ya Nifta Îranê û Huldînga Erdnasiya Rûsiyayê û Gas Prom`a vî welatî li bara derxistina Gazê, hevkariyên navbera odeya bazirganiya Îranê û navenda Rûs Kangirêsê û peymannama proja bi êlêktrîkî kirina Riya Hesin a Germsar-Înçebirûnê ji belgeyên din ên îmzabûyî di navbera Têhran û Moskovayê ne.

Herwisa di navbera pişkên sivîl ên Îran û Rûsiyayê jî hin rêketinname hatin îmzekirin.

Serokkomarê Îranê hevrê digel taximeke derecebilind ji bo gotûbêja tev karbidestên Rûsiyayê êvara duh anku duşemê gihêşte Moskovayê.

Başa dön tuşu