NûçeÎranRojhilatanavinZanîstî

Îranê xelata “baştirîn plana veguhestina teknolojîyê“ ya D8ê bi dest xist

Îranê xelata “baştirîn plana veguhestina teknolojîyê“ ya Koma D8ê bi dest xist.

Xelata “baştirîn plana veguhestina teknolojîyê“ ya welatên misilman ên di halê pêşketinê da nasyar bi Koma D8ê li şarê Enqerê bi awayekî hevpar pêşkêşî şirketa zanistbingeh a îranî ya çêkera maşîn û alavan a Valyaf Nano û şirketeke malêzîyayî hat kirin.

Mîlad Serdxanlû Serokê navenda Pêşxistina Teknolojîyê ya Îranê amajeyî damezirandina şebekeya veguhestina teknolojîyê bi armanca pêşxistin û berfirekirina hevkarîyên welatên endamê D8ê di warê teknolojîyê da kir û got: Nivîsgeha wê şebekeyê li Parka Teknolojî ya Perdîs a Îranê hatîye vekirinê û erka wê jî berhevkirin û hilkolandina plan û projên teknolojîyê yên welatên misilman e.Hesen Mandal Serokê Rêxistina Zanist û Teknolojîyê ya Tirkîyê jî got ku pêşketina plan û projên teknolojîk ên welatên misilman ên di halê pêşketinê da berbiçav e.

Wî hêvî kir ku plan û projên ku welatên misilman ên di halê pêşketinê di warê teknolojîyê da raber dikin, zêde bibin.

Başa dön tuşu