BehreynNûçeRojhilatanavin

Xwenîşanderên Behraynê bi bilindkirina hin nivîsaran, daxwaza azadiya bi zûtirkê ya  zindaniyên siyasî kirin

Gelê Behreynê bi lidarxistina xwenîşandanekê li dijî sersariya Rejîma Alê Xelîfe li bara rewşa dermanî û pizîşkiyê ya zindaniyên siyasî, xwenîşandan bi rê xistin.

Xwenîşanderan bi bilindkirina hin nivîsaran, daxwaza azadiya bi zûtirkê ya  zindaniyên siyasî kirin.

Xwenîşanderan her wiha  bona piştgiriya ji Şêx Îsa Qasim, rûhaniyê pilebilind ê behreynî slogan avêtin.

Rejîma  Alê Xelîfe ji nêzîkî du salan berî niha ve, mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim, alimê pilebilind ê Beheynê bi tawana  pûç îbtal kirine û navça Dorazê cihê jiyana wî dorpêç kirine.

Li gorî raporan, hêzên ewlehiyê yên Alê Xelîfe îro îniyê jî bo 180 mîn heftiya li dû hev dorpêça ewlehiyê ya  navça Dorazê û mala şêx Îsa Qasim domandine û pêşiya  lidarxistian  nimêja îniyê ya  şîeyên  Behreynê girtin.

Başa dön tuşu