NûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên artêşa Sûriyê li Tel Refetê bi cih bûne

Hêzên artêşa Sûriyê derbasî bajarê Tel Refetê bûn û kontrola tam a vî bajarî ket destê wan.

 Li gorî rapora Fars Newsê, hêzên  artêşa Sûriyê li bajarê  Tel Refetê li bakurê Helebê bi cih bûn û nûçeyên  li bara hitmala  derbasbûna  hêzên Tirkiyê û terorîstên pê re, bo vî bajarî derew hat zanîn.

SANA Newsê, ji zarê xelkê vî bajarî raghand ku tu eskerekî Tirkiyê an hêzên  ser bi Enqerê derbasî vî bajarî nebûne û weşandina hin nûçeyan li vê barê rast nîne.

Tel Rifet piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê, bûye mazûvanê bi hezaran kesên aware yên  Efrînê.

Pêştir çavkaniyên sûrî îdia kirin ku taximên eskerî yên Rûsiyê û Tirkiyê li hev kirine ku terorîstên ser navê Artêşa Sûriyeya Azad ku  ji aliyê Tirkiyê ve piştgirî dibin, derbasî bajarê Tel Refetê li Rîfa bakurê Helebê bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu