ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedr ê Cihana Îslâmi: Pêwîst e daristan û binekanên sirûştî ji destê berjewendîxwazan bên parastin

Hevçaxî heftiya Çavkaniyên Sirûştî, Rêberê giranqedr ê Cihana Îslâmi îro sibê du darên mêweyê çikandine erdê.

Hezretê Ayetullah Ozma Xamineyî Rêberê giranqedr ê Cihana Îslâmi îro sêşemê piştî ku du dar çandin li gotinên xwe bal kişande ser girîngiya hêşinatiya sirûştê û darûberan û destnîşan kir; Gelek ji bandorên nebaş ên qirêjiya hewayê li bajarên curbicur, ji ber kêmbûna giyayê li ser erdê rewşa êkosîstimî û berfirehbûna çolistanan li Îranê ne û pêwîst e ku keskahî û daristanên Îranê bê parastin.

Rêberê giranqedr ê Cihana Îslâmi bal kişande ser pircurebûna sirûşta giyayî li Îranê û hebûna giyayên dermanî û daristanên bakura Îranê ku êkosîstimekî bêmînak tê hisêb û destnîşan kir; Daristanên bakura Îranê li cîhanê bêmînak in; Lê hinek ji kesên ku bi dû xêr û qazancên takekesî ne, bêyî berçavgirtina xêr û qazanca netewî, ketine canê daristan û binekanên sirûştî yên welêt lê pêwîst e ku ev darûber ji destê van sûdxwazan bên parastin.

Hezretê Ayetullah Ozma Xamineyî ragihand; Pêwîst e ku berpirsên daristan, sirûşt û erdên cotkariyê bona parastina vê heyitiya netewî bixebitin.

Hezretê Ayetullah Ozma Xamineyî herwisa rêûrisma darçandinê nîşana ragirtina rêz û hurmeta sirûşta kesk a Îranê da zanîn.

Li Îranê 5`ê Adarê wek roja darçandinê hatiye binavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu