ÎranNûçeRojhilatanavin

Wergêrê kurd Mihemed Salih Îbrahîmî ev yekem wergêrê Quranê yê di 85 saliya xwe de li Tehrana paytextê Îranê koça dawî kir

Roja şemiyê yekem wergêrê Quranê bo kurdî, mamosteyê zanîngehê,nivîskar û wergêrê kurd Mihemed Salih Îbrahîmî yê wek Şepol tê nasîn di 85 saliya xwe de li Tehrana paytextê Îranê koça dawî kir.

Li gorî malpera Kitabatê, Dr. Îbrahîmî meha borî di encama qeyrana mêjî de ketibû nexweşxaneyê û duh hat ragihandin ku wefat kiriye.

Biryar e ku cezaneyê wî bibin bajarê Mehabadê ku 25.05.1933an li wê derê hatibû dinê.

Dr. Mihemed Salih Îbrahîmî dîplomaya doktorayê di wêje û zimanê erebî de hebû û dihesibe wek yekem kesê ku Quran wergerandiye zimanê kurdî û bi dehan gotar di rojname û kovaran de weşandin. 40 pirtûkên wî hene û yekem gerînendeyê giştî yê kovara Gerşey Kurdistan e.

Başa dön tuşu