IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: ‘Em ê hilberîna petrolê kêm bikin”

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Alî ragihand ku derxistina petrola xam niha rojane 180ê hezar bermîl petrol kêm kirine.
Cebar Alî îro di civîneke taybet ya li ser petrolê de li bajarê London yê Îngîltereyê de ragihand ku Iraq girêdayî biryara OPECê ya kêmkirina hilberîna petrola xam bimîne. Ji ber vê yekê niha rojane 180ê hezar bermîl petrol kêmkirine.

Cebar Ali di berdewamiya axaftina xwe de got: “Berhema petrola xam ya Iraqê beriya biryara kêmkirina petrolê çar milyon û 750 hezar bermîl bû. Lê niha ev rêje hatiye daxistin. Em ê di vê çarçoveyê de girêdayî biryara siyaseta OPECê ya kêmkirina derxistina petrolê bimînin. Li seranserê Iraqê hilberîna petrolê hatiye kêmkirin lê bi taybet jî li herêmên ku ji aliyê şîrketên petrolê ya netewî ve tên birêve birin de ev pêk were.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu