CîhanÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Îraq: Em nabîn pişkek ji siza yên Emerîkayê

Nivîsînge ha Adil Ebdûlmehdî, serok wezîr ê Îraqê belavkiriye ku di kombûn a Adil Ebdûlmehdî li gel Îshaq Cîhangîrî, cêgir ê serok ê Îranê, serok wezî ê Îraqê diltenahhî daye ku Îraq nabe pişkek ji siza yên Emerîkayê li ser Îranê.

Amaje bi wê yekê jî hatîye kirin: Îraq pabende bi peywendî yên baş ên hevsûyî û destdirêjî û destwerdanê  bo ser welat ên hevsû red dike.

Ûsman Xanimî, sûpasalar ê Îraqê ragehand, ku Îraqê diltenahê daye Îranê ji wê yekê ku hebûn a hêz ên Emerîkayê li Îraqê sinûrdare û Ew ên li Îraqê vemane  bo rahînan û meşqdan hêz ên Îraqîye.

Duhî, Adil Ebdulmehdî dawî bi serdan a xwe bo Îranê hîna û vegehişt Bexdayê.

Roj a Şembî ya burî,6/4/2019 Adil Ebdûlmehdî, serok wezîr ên Îraqê, gehişt Tehranê û li gel çend berpirs ên bilind ên Îranê kom bû û roj a dûyê jî pişikdarî di korrbendek a hevpişk a Îran û Îraqê kir.

Li gor ajans a Royterz ku ji çend mêdya yên Îran veguhaztîye, aşkera kirîye, ku Ayetullah Seyyid Îmam Elî Xameneyî ji Adil Ebdûlmehdî re gotîye: Divê bi zûtirîn dem supayê emerîkayî ji Îraqê biderxînin çunku çend zêdetir bimînin derxistin a wan dê girçin û girantir bibe.

Başa dön tuşu