AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro berêvarê sefera Stenbolê dike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdariya li civîna serokên Saziya Hevkariya Îslamî îro berêvarê sefera Stenbolê dike.

Li gor rapora malpera ragihandinê ya serokkomariya Îranê, alîkarê pêwendî û ragihandinê yê boroya serokkomariyê Perwîz Îsmayîlî got: Li civîna 13`an ya serokên Saziya Hevkariya Îslamî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî wê wek bêjerekî sereke biaxive. Ev civîna ji bo du rojabn birêdikeve û serokê Komara Îslamiya Îranê li derveyî vê civînê bi serokên welatên Îslamî re wê cuda cuda biaxive.

Berî vê yekê serokê Komara Îslamî ya Îranê gotibû ku mislmanên cîhanê hêvîdar in ku encama rûniştina serokên welatên Îslamî bibe sedema Yekitî, hevgirtin û hevkariya navbera welatên Îslamî û misilmanan.
Saziya Hevkariya Îslamî sala 1962`an ji bo hedefa piştgirî û berevaniya ji mafên misilmanan û li çarçova ewlekarî û aştiya navneteweyî pêk hat.
Vê saziyê 57 endamên xwe ji çar parzemînên cîhanê heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu