ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Amerîka dixwaze atmosfêra serdest li bara Lihevkirina Navokî xerab bike

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê, seyd Ebas Iraqçî ku sefera Londonê kiriye, li gotûbêja bi kanala Press TVyê bi gotina vê yekê ku Îran tam Lihevkirina Navokî cih tîne, lê aliyên din bi tamî sozên xwe yên derheq vê lihevkirinê cih naynin, got: “Pêngavên Amerîkayê bûne sebeb ku Lihevkirina Navokî bikeve ber xeterê”.

Iraqçî her wiha got: “Îranê li hemberî rakirina boykotên li dijî xwe, qebûl kir ku bernameya xwe ya navokî sînordar bike, lê dijminatiya Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê digel Lihevkirina Navokî bûye sebeb ku Îran nekare ji sûd û qazancên aborî yên vê lihevkirinê behreyê werbigire”.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Ewropî divê dilgiranî û fukarên Îranê derheq Lihevkirina Navokî berçav bigirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu