AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Bila jibo bêsozîyên alîyê himber li cihanîna rêketinama navokî çareyek bê kirin

Ebas Iraqçî serokê navenda şopandina cihanîna rêketinama navokî ya Îranê îro li rex civîna komîteya navokî ya komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê li koma nûçegihanan got: Hereketa Îranê di çaçrova sûdwergirtina ji encamên rêketinama navokî, erênî ye tevî ku hin pirsgirêk û astengî jî hene ku hinek ji wan hasila sistîya alîyê himber e, ji ber ku aliyê himber li hin babetan maye derengîyê.

Ebas Iraqçî serokê navenda şopandina cihanîna rêketinama navokî ya Îranê li bara serdana wezîrê karên derve yê Îranê bo Lozanê jî got: Jibo şopandina meseleya Sûrîyê civateke navnetewî heye ku nêzî 17 welat têda pişkdar in û Îran jî wekî endamekî vê komê li civîna Lozanê pişkdar dibe.

Iraqçî bi gotina vîya ku ev koma heta vê gavê li civînên xwe serkevtî nebûye, got: Renge yek ji hegerên wê, hejmara zêde ya welatên endamê komê bûye, loma biryar hat dayîn ku hejmareke kêmtir a endaman bicivin û gazî Komara Islamî ya Îranê jî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu