ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Divê gotûbêja îslama rastîn dewsa tirsandina ji Îslamê bigre

Alîkarê wezareta karên derve ya Îranê li beşa karûbarên hiqûqî û navneteweyî tekez kir divê gotûbêja Îslama rastîn dewsa Îslama rojavayî û tirsandina ji Îslamê bigre.

 Alîkarê wezareta karên derve ya Îranê li beşa karûbarên hiqûqî û navneteweyî, seyd Ebas Iraqçî roja çarşemiyê li mersima destpêbûna çaremîn civîna navneteweyî ya modêla Rêxistina Hevkariya Îslamî li Meşhedê li bakurê rojhilata  Îranê got: Civakên Îslamî ji wan Rêxistina Hevkariya Îslamî erka wan e ku dîskorsa Îslama rastîn daynin dewsa dîskorsa tund û tûjiya rojava li bara Îslamê.

Iraqçî tevî tekezkirina ser yekitiya cîhana Îslamê got: Roja îro firqexwazî, birakujî û terorîzma tekfîrî û DAIŞ`î li seranserê cîhanê ji wan li Iraq û Sûriyê wêneyeke  kirêt û biyanî bi pênasa  Îslamî daniye ber çavê xelkê cîhanê.

Iraqçî got: Welatên ku li navçê piştgiriya DAIŞ`ê û tekfîriyan dikin divê alîkariyên hanê qut bikin û tevlî bereya li dijî tekfîriyan bibin.

Wî herwiha bal kişand ser avabûna Rêxistina Hevkariya Îslamî bi endametiya 57 welatên misilman jibo rawestana li ber Rejîma Siyonîst û berevaniya ji mafên Filistînê û got: Ev rêxistian divê erkên xwe cih bîne.

Çaremîn civîna navneteweyî ya modela Rêxistina Hevkariya Îslamî ji rêzecivînên  “Meşhed berberê sala 2017`an“ îro çarşemiyê bifermî bi beşdariya  alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û Taha Ûzhan serokê komîsyona ewlehiya neteweyî ya parlemana  Tirkiyê li Meşhedê destpê bû.

Rêxistina Hevkariya Îslamî duwem rêxistina  navdewletî piştî Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî ye ku 57 welat ji 4 parezemînên cîhanê endamên wê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu