ÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna çapemeniyê ya berdevkê wezareta karên derve ya Îranê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, rapora Amerîkayê ya li ser danîna navê Komara Îslamiya Îranê di nava lîsteya welatên piştgirê têrorîstê, bêhitbar da zanîn.

Hisên Sadiq Cabirî Ensarî, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, li civîna çapemeniya ya xwe ya heftane, got: Rapora Amerîkayê ya dijî Îranê ji hêla Têhranê ve, bêhitbar e û tenê em dikarin wê wekî destûreka xebatê ya îdeolojîk û dubarebûyî, bidin zanîn ku hemû salê tê raberkirin.

Cabirî Ensarî, herwiha got: Di vê raporê de, amerîkî, rastiyên herî aşkera jî berçav negirtine ji ber ku Komara Îslamiya Îranê, bi xwe yek ji grûpên têrorîsmê li dinyayê ye û di vê warê de 17 hezar gorî dane.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, destnîşan kir: Grûpên têrorîstî yên ku hertim dijî Îranê operasyonên têrorîstî cih tînin, ji aliyê welatên rojavayî û bi taybet Amerîkayê ve, tên piştgîrîkirin.

Cabiêrî Ensarî, destnîşan kir: Îran niha pêşengê şerrê dijî têrorîsm û grûpên tekfîrî ye û vê mijarê li navçe û cîhanê dişopîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, herwiha li ser bêsoziya aliyê rojavayî bona cihanîna Lihevkirina Navokî û zirûf û xweragiriya Îranê ya di vî warî de, got: Siyaseta Têhranê, şopandina berjewendiyên Îranê li gorî dariştina planan û eslên giştî yên siyaseta derveyî ya li danûstandina tev mijara Lihevkirina Navokî ye.

Cabirî Ensarî got: Biryara li ser mijara binpêkirina Lihevkirina Navokî, dê li taxima bilind a Çavdêriya ser Lihevkirina Navokî, were dayîn û wezareta karên derve û saziyên din ên Îranê, dê hemû alûgorên di vî warî de, ragihînin vê komîte û taxima bilind.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, mijara beşên curbicur ên boykotan û peywendiyên bankî, ji ewlewiyetên siyaseta derveyî ya Komara Îslamiya Îranê, da zanîn û got: Hin liv û tevgerên dîplomatîkên tev welatên curbicur ên cîhanê, di vê barê de cih tên û eva hewldanek li çarçoveya sozên aliyê hember bona cihanîna tam a Lihevkikrina Navokî ye.

Cabirî Ensarî destnîşan kir: Her cure biryardayîna li dahatiyê li ser Lihevkirina Navokî û meselên din ên siyaseta derveyî ya welêt, li gorî rastiyan û pêvajoya alûgoran, dê li ser milê rayedarên payebilind ên Îranê be û wezareta karên derve jî dê wan bi cih bîne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, herwiha li ser tawanên vê dawiyê yên Erebistanê dijî Îranê Serdar Qasim Silêmanî û aşkerakirina sênaryona vî welatî ya ji bo jînûsayda suniyan li Felûceya Iraqê bi armanca rast nîşandayîna kuştina şîeyan got: Eva bi salan e ku Erebistanê bi karanîna têrorîsmê xistiye nav kar û xebatên xwe.

Cabirî Ensarî bal kişand ser piştgîriyên locêstîkî û pereyî yên Erebistanê ji grûpên têrorîst ên li navçê û destnîşan kir: Eger çi ev kiryarane di rû de dikarin, alîkariya berjewendiyên welatekî wekî Erebistanê bikin, lê li demeke kurt de ew welate dikare ku ji vê yekê sûdê werbigire, ji ber ku gefên ji ber têrorîsmê, zû yan dereng, dê, vî welatî û welatên din ên piştgirê têrorîsmê jî bigire ber xwe.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, destnîşan kir: Îro rojê gellek civatên ramanê û medya, gihîştine vê rastiyê ku beşa sereke ya pirsgirêkên navçe û cîhanê, ji ber vê siyaseta şaş a Erebistanê li bi karanîna têrorîsmê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu