ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Îran li ber binpêbûna Lihevkirina Navokî bê deng namîne

Alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: ran li ber binpêbûna Lihevkirina Navokî bê deng namîne û bertekeke guncaw wê nîşanî vê yekê bide.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebas Iraqçî ku li vî halî de ji aliyê Îranê ve serokê erkantiya cihanîna Lihevkirina Navokî ye îro li hevpeyvîna bi Irna`yê re got: Li gor biryara taxima Zêrevaniyê ya Cihanîna Lihevkirina Navokî û li gor fermana serokê Komara Îslamî ya Îranê mekanîzma siyasî ya pêşbînîbûyî li Lihevkirina Navokî bikeve neriyetê û bi rê ketina rûniştina wezîrên derve yên aliyên lihevkirinê  li çarçova komîsiyona hevpar ya Lihevkirina Navokî li Viyenê li vê çarçovê de ye.

Iraqçî got rûniştina Viyenê ser daxwaza Îranê û li çarçova nama wezîrê derve yê Îranê ji bo berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê û bona hilkolandina doza Îranê li hemberî berdewamkirina wextê qanîna ISA ji aliyê Kongera Amerîkayê pêk tê.

Iraqçî got ku zêdekirina dema qanûna ISA ji aliyê Kongera Amerîkayê binpêkirina Lihevkirina Navokî ye û divê ku peyama eşkera ya Komara Îslamî ya Îranê bigihêje guhê endamên Komîsiyona Hevpar ya Lihevkirina Navokî û endamêmn din ên grûpa 5+1`ê.

Serokê îranî yê erkantiya cihanîna Lihevkirina Navokî li bara rûniştina du alî ya Îran û Amerîkayê li Viyenê jî got ku li gor Lihevkirina Navokî welatê ku bawere binpê bûye divê tev welatê ku tawanbar e ev rêketina binpê kiriye divê bi hev re rûnin û ser vê yekê gotûbêjê bikin.

Rûniştina Komîsiyona Hevpar ya Lihevkirina Navokî û endamêmn din ên grûpa 5+1`ê li asta alîkarên  wezîrên derve sibê Li Viyenê paytexta Otrîşê bi rê dikeve ku alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Ebas Iraqçî û alîkara berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Helga Smid serokatiya vê rûniştin dikin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu