EwropaIraqNûçeRojhilatanavin

Heyder Ebadî: Bawera terorîstî nûnertiya dînî îslamê nake

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê êvara duh şemiyê li civîna 54-an a konferansa ewlehiyê ya Mûnîxa Alman bal kişande ser viya ku pêwîste hilgirtina çek û sîlahan li derve ji dewleta Iraqê bê qedexekirin ragihand: Terorîst ji heq û mafên ku welatên demokratîk bo wan digrin istifadeya nerewa dikin .

Ebadî ji hemû welatên cîhanê xwest ku alîkariya hevdu bikin ta ku paşmayiyên terorîstên DAIŞ`ê li cîhanê jinav herin û ggot: Pêwîste hemû bizanibin ku bawera terorîstî nûnertiya dînî îslamê nake.

Wî got: Dewleta Iraqê soza ku bona jinavbirina terorîstên DAIŞ`ê dabû cih anî û em hêvîdarin welatên cîhanê jî li prosa avedankirina Iraqê alîkariya me bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu