ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Panoramayeke zelal ji bo domandina muzakirên digel Ewropayê ji bo parastina rêketinama atomî tineye

Alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê têkildarî çawanîya parastina rêketinama atomî piştî vekişîna Amerîkayê ji vê rêketinamê got: Panoramayeke zelal ji bo domandina muzakirên digel Ewropayê ji bo parastina rêketinama atomî tineye.

Seyîd Ebas Iraqçî li rex duyemîn konfiransa hevkarîyên navnetewî yên aborîya Îran û Ewropayê li Bruksêlê herwiha got: Îran dixwaze hemî alî rêketinama atomî tam cih bînin û heke Ewropa û wajokirên din ên vê rêketinamê dixwazin ewê biparêzin, divê zêdetir fidakarîyê bikin û vekişîna Amerîkayê û sepandina boykotên dubare yên vî welatî ser Îranê de bicebirînin.

Alîkarê sîyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir ku ewropî divê rêyekê ji bo parastina rêketinama atomî û derbasbûna ji boykotên Amerîkayê peyda bikin û dîyar kir: Pişkdarî û mayîna şîrketên ewropî li Îranê, firotina nifta xav û hêsankirina şandina dirêv ji bo Komara Islamî ya Îranê, li gorî nêrîna Têhranê girîng in.

Iraqçî bi bîr xist: Îran hazir e ji bo peydakirina rêçare û pakêtên pêşnîyarî yên Ewropayê ji bo parastina rêketinama atomî alî Ewropayê bike.

Başa dön tuşu