IraqNûçeRojhilatanavin

Iraqê daxwazek li dijî Îsraîlê li welatên ereb û civaka navnetewî kir

Wezareta derve ya Iraqê daxwazek li dijî Îsraîlê li welatên ereb û civaka navnetewî kir.

Beyanameya îro 31.05.2018ê ji welatên ereb, îslamî û civaka navnetewî re hatiye pêşkeş kirin de, berdevkê wezareta derve ya Iraqê daxwaz kir, yasayên dijî tewana mirovahiyê li hember Îsraîlê bikarbên.

Berdevkê wezareta derve ya Iraqê dibêje, artêşa Îsraîlê tewanê dijî mirovahiyê li dijî xelkê Xezza ya Filîstînê pêkaniye û ew xelk rastî êrîşên hovane tên.

Ehmed Mehcub daxwaz dike rê li êrîşên Îsraîlê bên girtin û êdê bi beyanameyan nerazîbûn neyên nişandan û bersiva Îsraîlê wisa neyê dayîn.

Başa dön tuşu