IraqNûçeRojhilatanavin

Iraqê karwana 450 trimbêlî ya DAIŞê têk bir

Balefirên hêza hewayî ya Iarqê karwanekî mezin a 450 trimbêlî ya DAIŞê li navçeyên başûrê bajarê Felûcê têk birine.

Li gorî rapora malpera nûçan a El-Rasidê ya Iarqê serheng Ferhan Tahir fermandê yekîna heştan a artêşa Iraqê bi ragihandina vê nûçê got: Ev karwana ku ji aliyê endamên DAIŞê ve dihat hîdayetkirin li navça El-Mukeser nêzîkî bajarê Amêriyê li nêzîkî Felûcê û navenda hewayî ya El-Hebaniyê li rojhilata Remadiyê ketiye ber êrişê.

Ferhan Tahir duh jî ragihandibû ku hêzên ewlehiye Iraqê karwaneke DAIŞê ya 40 trimbêlî li nêzîkî teqatua El-Selamê li başûrê rojava Felûcê û Amêriyê dorpêç kirine da ku hêza esmanî ya Iraqê wan têk bibe.

Her wiha hêzên ewlehiye Iraqê bi piştgiriya hêzên besîca gelanî û eşîran, roja çarşemiyê êrişa terorîstên DAIŞê li derdora başûrê Felûcê bêencam kirin.

Li gorî rapora televîzyoan El-Someriyê ya Iraqê, Hêzên ewlehiyê û eşîrên bin piştîvaniya balefirên cengê û yekînên topxaneyî yên artêşa Iarqê, êrişa DAIŞê ser bajarê Amêriyê li nêzîkî 30 km ya başûrê Felûcê bêencam kirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu