IraqNûçeRojhilatanavin

Iraqê ser beşdariya hêzên besîca gelanî li operasyona Mûsilê tekez kir

Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê îro înê tekez kir ku hêzên besîca gelanî li hemî bereyên rawestana li ber DAIŞê  dê bimîne jiberku  wan hêjatiya xwe li bidestxistina  serketinên mezin jibo rawestana li hember DAIŞê selimandine. Wezîrê karên derev yê Iraqê ji welatên cîhanê û saziyên navneteweyî xwest ku îmkanên pêdivî jibo rawestana li ber terorîzmê jibo Iraqê amade bikin.

Ji aliyê din ve Ehmed El-Esedî berdevkê hêzên besîca Gelanî jî ragihand ku  hêzên besîca gelanî yekim hêz in ku dê beşdariyeke  bingehîn li operasyona  azadkirian Mûsilê hebin û  ev koma  bala xwe nade ser hin dijberiyên  jibo beşdariya li vê operasyonê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu