ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqî dixwazin Îran projên pêşxistin û berfirekirina warên pîroz cih bîne

Cîgirê serokê Navenda Jinûveavakirina Warên Pîroz a Îranê got: Iraqî dixwazin Îran tevlî projên pêşxistin û berfirekirina warên pîroz li Iraqê bibe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mesûd Şûşterî cîgirê serokê  Navenda Jinûveavakirina Warên Pîroz a Îranê bal kişand ser paşxana dîrokî ya 800 salî ya îranîya di warê jinûveavakirina warên pîroz de ku hatîye tomarkirinê û dîyar kir: Projên mezin ên wek avakirina mezargeha hezreta Zehrayê (S) li rex tirba Îmam Elî (S) yekem îmamê şîeyên cîhanê li Necefa Iraqê gişk bi destê îranîyan tên cihanîn.

Şûşterî herwiha got: Hemî kel û pelên ji bo avakirina mezargeha hezreta Zehrayê (S) îranî ne û nêzî 2 hezar kes li vê projê pişkdar in.

Cîgirê serokê Navenda Jinûveavakirina Warên Pîroz a Îranê herwiha bal kişand ser pêşxistin û berfirekirina mezargeha Îmam Hisên (S) sêyemîn îmamê şîeyên cîhanê li Kerbelayê û got: Proja piçûkirina istûnên derdora gumbêza mezargeha Îmam Hisên (S) jî projeyeke din e ku Navenda Jinûveavakirina Warên Pîroz a Îranê bi merema berfirekirina hewşa nav tirba Îmam Hisên (S) cih tîne.

Her sal nêzî 4 milyon îranî ji bo zîyaretkirina warên pîroz diçin Iraqê.

Başa dön tuşu