ÎranNûçeRojhilatanavin

Îro roja azadkirina Xuremşehrê ye

Îro anku duşemiyê, 23`ê Gulana 2016`an, salvegera azadkirina Xuremşehrê li başûrê rojavaya Îranê di sala 1982`an da ye.

Ev roja li teqwîm anku rojhejmara Komara islamî ya Îranê wek Roja Berxwedan û Fedakarî û Serketinê hatiye binavkirin.

Li seranserî salên bi şanazî yên dewrana heştsalî ya şerê sepandî yê Iraqê li dijî Îranê nasyar bi dewrana Parastina Pîroz rojên mezin û dîrokî hatine tomarkirin u mezinahî û girîngiya wê dê hertim li bîr û mejiyê xelkê bimîne û sêyê meha Xurdadê anku 23`ê Gulanê roja azadkirina Xutremşehrê li dema şerê sepandî yê heştsalî yê rêjîma beis a Sedam (dîktatorê îdambûyî yê Iraqê) li dijî Îranê jî ji van şanaziyên dem û dewrana heştsalî ya Parastina Pîroz e.

Hemaseya azadkirina Xuremşejrê bi gişt berûlayên wê ji yên leşkerî, hemaseyî û çandî, qonaxeke dîrokî ya girîng li dîroka Inqilaba Islamî ya Îranê ye û morala dijî serdestxwaziyê ya gelê Îranê roja îro xurtir û qahîmtir ji berê li ser riya geşatî û pêşketinê ye.

Sêyê Xurdadê netenê azadkirina Xuremşehrê bi bîr tîne belkî fedakarî û berxwedanên hêjayî pesindanê yên parêzvanên vî bajarî li hemberî hêzên destdirêjkir bi bîr dixe.

Îran û gelê Îranê roja îro careke din rêzê li bîreweriya azadkirina Xuremşehrê digirin û zengila dibistan û medreseyan bi nîşana rêzgirtina li vê rojê têne deng û gel û rêxistinên cûrbicûr vê roja mezin û mayînde li dîroka Îranê bi bîr tînin û rêzê lê digirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu