FilistînNûçeRojhilatanavin

Îrtîbata Rusiya û HAMAS bi rêya tilefonê

Nunerê Serokomarê Ûrsêtê di Karên Rojhilata Navîn û Afrîqayê da û Serokê Polîtboroya HAMAS`ê bi rêya telefonê derbarê tifaqa hêzên filistînî û rewşa Zîvala Gezzê de axivîn.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a IRNA`yê, Ismayîl Henîye û Mîxayîl Bogdanov rewşa Zîvala Gezzê li gorî hewildanên ji bo çêtirkirina rewşa civakî û aborî ya vê herêmê û hevkarîya Misrê di vî warî da hilkolandin.

Bogdanov di vê axavtina bi rêya telefonê da pêgirî li ser helwesta teqil a Moskowê ya ji bo vejîyandina tifaqa gelê Filistînê û çareserkirina meseleyên Filistînê ser bingeha pîvanên navnetewî kir.

Nunerê Serokomarê Ûrsêtê di Karên Rojhilata Navîn û Afrîqayê da herwiha amajeyî amadebûna Moskowê ji bo domandina hevdîtinên rêkûpêk digel nunerên hemî hêzên sîyasî yên filistînî ji wan ji bo lidarxistina civînê di navbera komên filistînî li Moskowê da kir.

Nunerê Serokomarê Ûrsêtê di Karên Rojhilata Navîn û Afrîqayê da berî vîya gotibû ku Serokê Polîtboroya HAMAS`ê wê di 15`ê Çillê da seredana Moskowê bike ku ew seredana ji hêla alîyê filistînî va hat ibtalkirinê.

Başa dön tuşu