CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Îshaq Cehangîrî: Emerîkî qet nikarin firotina nifta Îranê rawestînin

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Emerîkî qet nikarin firotina nifta Îranê rawestînin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Îshaq Cehangîrî, Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemê li merasima rêzgirtina ji roja neteweyî ya sîgorta tendrustiyê li Têhranê bal kişand ser vê yekê ku  nifta Îranê tu alternatîvek tine û got: Îran li mehên  buhurî 2.5 milyon bermîl nift difrot dreve, niha renge çend hezar bermîlan kêm bibe, lê derfirotina nifta Îranê dê ranewstîne.

Cehangîrî destnîşan kir: Rayedarên  emerîkî bi derew ji gelê cîhanê û emerîkiyan re dibêjin ku nifta Erebistanê û welatên din cihê nifta Îranê bigre da ku nifta wê zêde nebe.

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha diyar kir: Îranê pêştir  nift bi 30 dularî difrot niha bi 80 dularî difrot û ger emerîkî dikarîn firotina  nifta Îranê rawestînin bi hetmin buhaya niftê dighêje 100 dolarî.

Emerîka bi derketina ji hevhatina navokî ya Îranê, cardinê boykotên xwe li dijî Îranê cih aniye û gef xwariye her welatê ku kirîna niftê bidomîne, dê bê boykotkirin.

Emerîka heya Mijdara tê îzn daye bikirrên  nifta Îranê ku kirîna  nifta xwe ji Îranê bighînin sifrê lê tişta ku ji rasitiya niha ya bazarên  cîhanî yên niftê tê dîtin, wêdebirina tama  Îranê wek sêwemîn berhemhênberê niftê li OPEC`ê, serê xwe nagre.

Başa dön tuşu