FilistînNûçeRojhilatanavin

Îsmaîl Heniye: Sebra me test nekin xelkê Filistînê teslîm nabe. Filistîn ne milletekî bê welat û ax e. Îsraîl ji xeyrî tunekirinê pêve ne tişteke

Serokê Bûroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye di axaftina xwe de Îsraîl rexne kir û ragihand ku sebra me test nekin xelkê Filistînê teslîm nabe.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye di axaftina xwe ya ajansa nûçe ya el Yewm de Îsraîl rexne kir û got: “Sebra me test nekin xelkê Filistînê teslîm nabe. Filistîn ne milletekî bê welat û ax e. Îsraîl ji xeyrî tunekirinê pêve ne tişteke.”

Îsmaîl Heniye di berdewamiya axaftina xwe de got: “Li Xezzeyê bûyerên xwînî qewimîn, lê tabloyeke zelal û birûmet derkete holê. Filistîn wê ti car teslîm nebe.”

Herwiha endamê Hemasê Mehmûd ez Zehar jî di axaftina xwe ya heman ajansa navborî de bangî xelkê filistînî kir û got: “Divê Meşa Vegera Mezin dewam bikin.”

Başa dön tuşu