FilistînNûçeRojhilatanavin

Îsraîlê çêkirina bajarokan ji siyonîstan re li erdên filistînî bi awayekî berfire didomîne

Rejîma Siyonîstî bi piştguhavêtina daxwazên cîhanî û biryarnamên NY dixweze ku zêde ji 7 hezar û 100 malan ji bo siyonîstan li erdên filistînî bi taybetî li Qudsê çê bike.

 Li gorî rapora navenda  ragihandinê ya Filistînê armanca Rejîma Siyonîstî ji berfirehkirina bajarokan li Qudsa dagirbûyî cidakirina Qudsa rojhilat ji navçên  derdora wê û zêdekirina hejmara bajaroknişînên siyonîst li vê navçê û zevtkirina  zêdetir a erdên filistîniyan e.

Rejîma Siyonîstî dixweze ku plana li dijî filistînî ku  wek “Nimaya Qudsê“ hatiye binavkirin lê digere ku  hejmara  filistîniyên  rûniştiyê Qudsê ji sedî 37 ê bîne sedî 12ê.

Serokê komîta darêştina bernaman û avedankirinê yê Rejîma  Siyonîstî li şaredariya Qudsê gotiye piştî bijartina Donald Trump serokomarê Emerîkayê Îsraîl dixweze li Çila 2017an  zêde ji 30 hezar malên nû li Qudsê ava bike.

Li gorî ragihandina çavkaniyên siyonîstî bûdca çêkirina bajarokan li erdên dagirbûyî ji par ve heya niha  gihêştiye  sedî 500 û gihêştiye  110 milyon dularî.

Berfirehkirina  çêkirina bajarokan li halekê ye ku  siyaseta  xopanê ya Îsraîlê li Mizgevta Eqsayê jî didome û proja kolandinê li derdora mizgevta Eqsayê cih hatiye.

Li gorî vê planê ciwanên îsraîlî divê li kolanên  Rêxistina qaşo şûnewarên kevnarî yên vê rejîmê li derdora mizgevta Eqsayê û  navçên  din ên Qudsa şerîf beşdar bibin.

Proja  çêkirina stasiyona riya hesin li kêleka  dîwarê Nudbê pêngaveke  destdirêjiyê ya din e  ku bûye sedema derketian  nakokiyên  cidî navbera Îsraîl û filistîniyan.  ji ber ku  ev dîwara beşek ji dîwarê rojava  mizgevat Eqsayê ye ku li navça sereke  ya  munaqişeya Îsraîl û filistîniayn de ye.

Destdirêjiya ser mizgevta Eqsayê heya niha  hegera destpêbûna du întifazên  filistîniyan  li dijî Îsraîlê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu