CîhanEwropaFilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Îsraîlê Siyonist destûr neda heyeta PEyê têkeve Xezzeyê

Hat ragihandin ku rêvebiriya Îsraîlê destûr neda heyeta Parlamentoya Ewropayê (PE) ku ji 5 kesan pêk dihat têkeve Xezzeyê.

Serokê Heyeta Têkiliyên Filistînê yê Parlamentoya Ewropa û parlamenterê Qibrisê Neoklis Sylikiotis biryara meqamên Îsraîlê bi kêfî û neqebûlkirinî bi nav kir û got: “Em astengiyên sîstematîk ên li hemberî Xezzeyê şermezar dikin. Ma çi li wir heye ku ji me veşêrin?”

Cîgirê Serokê Heyeta Têkiliyên Filistînê yê Parlamentoya Ewropa û parlamentera Danîmarkayê Margarete Auken jî di hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê de peyamek weşand û got: “Îsraîlê dîsa destûra heyeta Parlamentoya Ewropayê ku here Xezzeyê neda. Berî vegara me bi şevekê. Ev skandal e.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu