AborîEfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Îxracata Îranê bo Efxanistanê salê digihêje 5 milyar dolaran

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê duh berêvarê ragihand ku Belgeya Hevkariyên Stratejîk ên Îran û Efxanistanê heya berî du hefteyên pêşber tê amadekirin.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebas Iraqçî li hevpeyvîna bi nûçegihanê IRIB Newsê re li Kabulê, guhertinên navçê lezgîn û girîng dan zanîn û got: Îran û Efxanistan hewcedarêşêwirkarî û muzakireyên berdewam in.

Iraqçî herwiha bal kişand ser girîngiya hevkariyên aborî yên Îran û Efxanistanê û got: Her niha îxracata Îranê bo Efxanistanê salê digihêje 5 milyard dolaran.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran û Efxanistan divê li rewşa niha ya boykotan, mekanîzmên nû ji bo hevkariyên aborî pêk bînin û organîze bikin.

Îraqçî herwiha bal kişand ser hevdîtinên xwe û rayedarên Efxanistanê û got: pêwendiyên Îran û Efxanistanê dostane û li gor hurmetgirtina hevdu ye , lê hin dilgiranî û fukar jî li çarçova van pêwendiyan hene.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebas Iraqçî roja şemê ji bo gotûbêj û hevdîtina rayedarên efxan serdana Kabulê kir û li Efxanistanê bi hevtayê xwe, bi serokomarê vî welatî Muhemed Eşref Xenî re û bi serokê birêveberiya dewleta Yekgirtiya Neteweyî ya Efxanistan Ebdullah Ebdullah re hevdîtin pêk anî.

Başa dön tuşu