AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Îxracata rojê 400 hezar bermîlên berhemên niftê yên Îranê

Ebas Kazimî alîkarê wezîrê niftê yê Îranê roja yekşemiyê li civîna rojnamegeriyê bi munasibeta  heftiya dewletê got : Îran niha  rojê 400 hezar bermîl niftê îxrac dike ku hêza  zêdekirina wê heya 500 hezar bermîlê jî heye.

Ebas Kazimî detsnîşan kir : Bi pergalkirina  benderên başûrê Îranê û serrastkirina  binavahiyên  îxcracatê, îmkana  zêdekirina  îxracata niftê  bi qasî 600 hezar bermîlê heye.

Kazimî her wiha hêvî kir: bi Behregirtin û cihanîna  projên palînê heya 9 salên din Îran dê bibe  îxrackirê  zêde ji milyonek û 500 hezar bermîl niftê.

alîkarê  wezîrê niftê yê Îranê destnîşan kir: Bi cihanîna  projeyên  palînê li Îranê  zirûfa  palînê ya Îranê ji milyonek û 850 hezar bermîla  niha dê  bighêje  sê milyon  û 200 hezar bermîlê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu