NûçeRojhilatanavin
Ji Kremlînê hişyariya serokê Talîbanê yê nû

Nûnerê Taybet ê Kremlîne li Afganîstanê Zamîr Kabulov ragihand piştî ku serokê rêxistina Talîbanê Mele Mensur hat kuştin dibe şer û pevçûnên Afganîstanê zêde bibin û hevdîtinên aştiyê têkevin metirsiyê.
Nûnerê Taybet ê Kremlîne li Afganîstanê Zamîr Kabulov di hevpeyvîna xwe ya ajansa Interfaxê de ragihand piştî ku serokê rêxistina Talîbanê Mele Axtar Mensur ji terefê balafirên Amerîkayê ve hat kuştin dibe şer û pevçûnên Afganîstanê zêde bibin û hevdîtinên aştiyê têkevin metirsiyê. Derbarê kuştina serokê Talîbanê de tu agahiyên zelal neketine destê me, lê bi îhtîmaleke mezin dibe hatibe kuştin.
Fermandarên Talîban dê şerê xwe bidomînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)