EfrîqaIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Endîşeya Konseya Aştî û Ewlehiyê ya Afrîqayê li bara vegeriyana têrorîstan

Konseya Aştî û Ewlehiyê ya Afrîqayê nigeraniya xwe ji vegeriyana têrorîstan bo cî û warê xwe li vê parzemînê diyar kir.

Ismaîl Şerqî sergêrê Konseya Aştî û Ewlehiyê ya Afrîqayê li civîna navenda lêkolînê li Cezayîrê li bara vegeriyana derdora 2500 têrorîstan ji Yemenê bo Somaliyê nigeraniya xwe diyar kir. Piştî têkçûnên li pey hev ên komên têrorîst li welatên Sûriye, Iraq û Yemenê, çaverêtî heye ku bi hezaran kes ji serkirde û çeteyên ser bi van koman ku welatiyên afrîqî ne vegerimn cî û warê xwe li welatên afrîqî.

Li gorî baweriya çavdêran, sedemên cûrbicûr bûne sebeb ku ciwan û mîlîtanên welatên afrîqî tevlî komên têrorîst ên wekî DAIŞ, El Qaîde komên zêdegav ên çekdar li cî û deverên cûrbicûr ên cîhanê bibin. Çavkaniya van sedemên belengazî û bêkarî, nexwendewarî, nezanî û bidestxistina dirav û navûdengê ji aliyê ciwanên parzemîna Afrîqayê ye. Hevdem digel pêşdaçûna komên têrorîst li navendên qeyranê yên wek Iraq, Sûriye, Yemen, Lîbya û Somalyayê li Afrîqayê, mijara têkoşîna li hemberî têrorîsmê û gefên ewlehiyê li cîhanê bi awayekî ciddîtir hat hilêxistin. Gellek ji serokên welatên ku tûşî pirsgirêka têrorîsmê bûne gihîştin vê encamê ku hevkarî û yekîtiya di nava wan da li warê şerê dijî komên têrorîst pêwîst e. Ji ber viya peymanên navçeyî di navbera welatên cîhanê û welatên afrîqî ji bo şerê dijî têrorîsmê pêk hatin. Wisa ku serokên welatên rojavaya parezemîna Afrîqayê li têkoşîna li dijî Bûkoheramê û welatên rojhilata Afrîqayê li şerê dijî koma El Şebabê bûne yek.

Pirraniya çavdêran li ser vê bawerê hevdeng in ku hevkarî û hevgirtin û yekîtiya welatên cînar û hevhelwêstî li cîhanê ji bo pêkanîna opêrasiyona leşkerî ya hevpar li dijî navendên têrorîstan li Iraq û Sûriye û deverên din, nepeniya serketina mezin a hevpeymanan li têkoşîna li hemberî têrorîsmê ye. Di rojên dawî da ku nûçeyên li bara têkçûna giran a komên têrorîst li bajarê Mûsila Iraqê, Heleba Sûriyê, Sêrta Lîbyayê û bajarê Qendillaya bakûrê Somaliyê tên weşandin, xûya ye ku divê em li bendê bin kesên ku bi timaha dirav an navûdengê hevkariya van koman kiribûn û niha vedigerin welatê xwe. Niha fukara Konseya Aştî û Ewlehiyê ya Afrîqayê li bara vegeriyana têrorîstan bo welatê wan li vê parzemînê tam di cih da û mentiqî ye. Li vî halî gere em bêjin ku hinek caran egerên din ciwan û mîlîtanên afrîqî ji bo vegeriyana bo welatê xwe li vê parezemînê han didin. Gellek ji ciwanên belengaz û neagah ku ji bo hevkarî û şerê li tenişta têrorîstan hatibûn qefilandin, piştî naskirina rastî û nerastî û angaştên serkirdeyên komên têrorêîst jî vedigerin welatê xwe.

Bi her awayî vegeriyana mîlîtan û ciwanên afrîqî ku bi sedemên cûrbicûr tevlî têrorîstan bûbûn ,vê nigeraniyê pêk tîne ku rewşeke minasib ji bo berfirekirina ramana zêdegavî  ûtundiyê li Afrîqayê amade bike. Ji vê hêlê va hinek ji deverên Afrîqayê wek sînorên Lîbiyê bi taybet devera perravî ya wî welatî her viha Somaliyê li şaxa Afrîqayê û li kêleka Kendava Edenê dê zêdetir bikevin ber gefên ewlehiyê. Ismaîl Şerqî serokê Konseya Aştî û Ewlehiyê ya Afrîqayê li civîna Cezayîrê hêvî kir ku zûtirkê pesendnameyek li bara hevkariya saziya Polîsê Afrîqayê ji bo kontrol û têkoşîna ciddî li hemberî gefa têrorîsmê li civîna m,eha din a serokên vê yekîtiyê were pesendkirin. Li gorî wiya ku hinek ji serkirde û têrorîst welatiyên ewropî bûn, niha ev nigeranî gihîştiye serokên welatên Yekîtiya Ewropayê jî. Lewma em dikarin li benda hevkariyên Yekîtiya Ewropayê û Yekîtiya Afrîqayê di vî warî da bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu