EfrîqaEwropaNûçe

Ji ber Bahoza Matthewê li Amerikayê 27 kesan can da

Bîlançoya Bahoza Matthewê roj bi roj girantir dibe. Ji ber Bahoza Matthewê ya ku têsîrê li Haîtî, Jamaîka, Kuba, Komara Domînîk û Bahaman û herî dawî li Amerîkayê kir heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Haîtiyê ji 900î zêdetir kesan jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyên li Amerîkayê jî gihişte 27an. Hat ragihandin ku tenê li parêzgeha Carolinaya Bakur 15 kesan ji ber bahozê jiyana xwe ji dest da. Rayedarên amerîkî daxuyyandin ku ew hewl didin ku bi rêya telefonan xwe bigihînin kesên windayî lê ji ber nebûna ceyranê telefon jî naxabitin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu