AsyaCîhanNûçe

Ji ber berfê xanî tep bû: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn

Li Erdexanê ji ber berfa zêde barîbû banê xaniyekî tep bû û ji kesên di malê da bûn kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn

Li gundê Çetînsuya ser navenda bajêr xaniyê Eflat Tuter ji ber berfa zêde ya ku li ser kom bûbû, tep bû.

Di bin xopana xanî da Bîlgeyîz Sancar (64) a qîza Eflat Tuter mir û Eflat Tuter û xanima wî Kirmisiye Tuter jî birîndar bûn.

Ekîbên tenduristiyê kal û pîrên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Başa dön tuşu