IraqNûçeRojhilatanavin

Ji ber êrîşeke terorîstî elektrîka sê bajarên Iraqê qutbû

Wezareta elektrîkê ya Iraqê ragehand, ji ber êrîşeke terorîstî, elektrîka sê bajarên Iraqê qutbû.

Îro 05.08.2018ê wezareta elektrîkê ya Iraqê bi beyanameyekê ve ragehand, çekdarên terorîst roja pêncşema borî bi teqandina bombeyekê di stûneke veguhestina elektrîkê de, elektrîka di navbera bajarê Kerkûkê û Diyale qut kirine.

Li gor wezareta elektrîkê ragehandiye, ji ber wê qutbûnê elektrîka Kerkûk û Nînowa bi temamî û elektrîka çend navçeyên parêzgeha Selahedînê jî bi temamî qutbûye. Lê roja yekşemê karmendên çêkirina elektrîkê ew xeta hatî teqandin çêkirine.

Wezareta elektrîkê amaje bi vê yekê jî kir ku, di heyama du mehên borî de heman xeta elektrîkê 8 caran bûye armanca êrîşê.

Başa dön tuşu