
Li herêmeke eyaleta Yûnnan a li başûr rojavayê Çînê erd şemitî û 47 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ev karesat li gundê Lîangshûî ya li navçeya Zhenxîongê serê sibehê qewimî û bandor li 18 malan kir. Hate ragihandin ku 47 kes di binê axê de man û jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin zêdeyî 200 kes bi rengekî lezgîn hatin veguhastin û 10 ekskavator, 33 wesayitên arkujiyê û zêdeyî 200 wezîfedarên rizgarkirinê ji bo karên lêgerîn û rizgarkirinê hatin seferberkirin.”
Bikarhênerên tevna medya civakî ya Çînê Douyin dîmen weşandin û tê de gundekî çiyê tê dîtin ku bi berfê girtî ye û ji ber hezazê xaniyên li gund kêm têne dîtin.