AsyaCîhanNûçe

Ji ber lehiyê li Çînê herî kêm 61 kes mirin

Ji ber pêla barîna tûnd a baranê li navend û başûrê Çînê gelek mal di bin avê de man. Di encama rabûna lehîyê de herî kêm 61 kes can dan.

Li gor ajansên navdewletî li Çînê lehî rabûye.Di lehîya ku ji ber barana zêde rabû de li navend û başûrê Çînê gelek mal di bin avê de man. Di encama lehîyê da  herî kêm 61 kes mirin.

Li gorî agahîyên bidestketî di encama lehîyê da herî kêm 61 kes xeniqî ne û 365 hezar kes ji herêma lehîyê hatine veguhestin. Herwiha ji ber lehîyê 9 hezar û 300 mal xera bûne.

Başa dön tuşu