AsyaCîhanNûçe

Li Endonezyayê di tetbîqata leşkerî da teqîn

Hat ragihandin ku li Endonezyayê di tetbîqata leşkerî ya li Behra Başûrê Çînê da topa leşkerî xirab bû û bi xwebixwe teqiya û 4 leşker mirin.

Li gor xebera “Jakarta Post”ê, di dema tetbîqata leşkerî ya ku li herêma Tanjung Datukê ya li nêzîkî Giravên Rîauyê dihat kirin da topa ku bi destê Çînê hatiye çêkirin xirab bû û bi xwebixwe teqiya.

Di qezayê da 4 leşker mirin û 8 leşker jî birîndar ketin.

Berdevkê Artêşa Endonezyayê Alfret Denny Tuejeh diyar kir ku qeza ji ber sedemeke teknîkî çêbû, lêkolîn dan destpêkirin.

Tuejeh îdiayên ku dibêjin di amadehiya merasima leşkerî ya ku ji bo Serokê Dewletê Joko Wîdodo dihat kirin da qeza çêbûye derewand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu