ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Îranê li hember daxûyaniya konseya Hevkariya Kendava Farsê

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro boxtanên daxûyaniya  Konseya Hevkariya  Kendava Farsê li dijî Îranê li Newyorkê dubarebûyî û pûç da zanîn û got: Ev daxûyaniya jibo veşartina peywendiya wehabiyet û alîgirên wê yên fermî bi operasyonên treorîstî re yên van du dehekên dawiyê hatiye dayîn.

Qasimî destnîşan kir: Sepandina nihêrînên bi xerez û yekalî ji aliyê endamekî pir îdia yê Konseya  Hevkariya  Kendava Farsê bo civînên  girtî û sînordar ên dîplomatîk taktîkeke şikestxwarî û bê hitbar e.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê tekez kir: Siûdî nikarin bi van cure  liv û tevgeran xwe ji berpirsiyariya dayîna bersiva  kuştina bi hezaran tewafkirên mala Xwedê xelas bikin .

Konseya Hevkariya  Kendava Farsê li civîna xwe ya vê dawiyê li Newyorkê ku li nivîsgeha nuneratiya Erebistanê hat li dar xistin li daxûyaniyekê Îranê bi siyasîkirina ferîzeya Hecê tawanbar kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu