ÎranNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Tawanbariya mudaxileya Îranê li Yemenê, înkarkirina berxwedana gelê vî welatî ye

Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî li karûbarên navneteweyî, tawanên bêbingeh ên Amerîkayê dijî Îranê yên li barar Yemenê red kirin û got: Amerîkî bi tawanbarkirina Îranê dixwazin, wêrektî, berxwedan û fîdakariya gelê Yemenê înkar bikin.

Elî Ekber Wilayetî, roja duşemiyê li hevpeyvîna bi IRIB News`ê herwiha got: Xelkê Yemenê, geleke fîdakar e ku li hember biyaniyan eva bi salan, bi deheyan û bi sedsalan e ku rawestiyaye û heya niha kariye hevalbendiya siûdî û Îmaratê têk bibe, her ji ber vê yekê êrişkerên ser Yemenê , tu rêyeka wan tune ji bilî ku Îranê tawanbar bikin.

Şêwirmendê rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî li karûbarên navneteweyî, hişyarî da: Bi van îdiayan, wê tu pirsgirêkeka Amerîka, Erebistan û Mîrekên Yekgirtî yên Erebî, çareser nebe û eger Erebistan û Imarat (Mîrekên Yekgirtî Yên Erebî) siyasetên xwe yên neberaqil bidomînin, Yemen wê bibe wek qopiyek ji bo wan.

Wî destnîşan kir: Komara Îslamiya Îranê, wê piştgîriyên xwe ji tevgerên azadîxwaz û îslamxweziyê yên gelanî li navçê berdewam bike û wê gavekê jî di vê rêyê de biguman nebe.

Wilayetî, mazûvanî ê mêvandariya serokomarê Amerîkayê ji balyozên welatên endamên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) bêfeyde da zanîn û destnîşan kir: Amerîkî qet li pîlangêriyên xwe yên dijî Komara Îslamiya Îranê bi ser neketine û wê bi ser nekevin jî.

Balyozên welatên endamên Konseya Ewlehiyê, roja duşemiyê li dewama siyasetên dewleta Amerîkayê yên îrantirsiyê, bi sefera bo Waşîngtonê re, wê ya ku Nîkî Hêylî, nûnera Amerîkayê li NY, îdia dike tîkeyên mûşekên ku ji Îranê ve bo Yemenê hatine veguhestin in, bibînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu